ZÎLAN DÊRSÎM

Ji bo ku mirov karibe jiyanê fêm bike, divê mirov bi barkirina wateyê dest bi jiyanê bike. Çalakiyek, jiyanek ku mirov negihîje wateya wê; nikare bibe xwedî rabirdû, paşeroj an jî heqîqet.

Bi kurtasî, ji cewherê xwe qut dimîne. Gihîştina wateyê, tê wateya gihîştina nîrvanaya jiyanê. Di vê çarçoveyê de, gihîştina wateya gerdûnê; gihîştina wateya hebûna zindî û nezindî, cîhanê, xwezayê, her cureyê caneweran, qanûn û qaîdeyan, dualîteyê, diyalektîkê û gihîştina wateya sedem û armanca mirov a ji bûyînê heta mirinê pêwîst e. Pêwîst e mirov bigihîje hişmendiya barkirina wateyê; divê lobên heyî bi "çima" û "çawa"yan werin xemlandin. Di dirêjahiya dîrokê de, gihîştina hişmendiya hebûna cureyê zindî yê dawî ku jê re mirov tê gotin, tê wateya gihîştina hişmendiya hêz, taybetmendî û mîsyonên jiyanî.

Gihîştina hişmendiya gerdûna 3.8 mîlyar salî, barkirina wateyê ye li cureyê mirov. Gihîştina wateyê ew e ku mirov karibe nav lêkirinekê ji bo çerxa demê ya ku jê re dewra jiyanê tê gotin bike û dakeve kûrahiya cewherê hebûna mirov a wekî ziman û hişê pêşketî. Nexwe, gelo cudahiyên wekî zindîbûna perçeyekî kevirê ku bê sedem û bê wate ye û bêyî bandoreke derveyî ye, wekî bedewiya darê ku di biharê de kesk dibe û di payîzê de fêkî dide, an jî wekî evrîma ku mirov ji jidayikbûnê heta mirinê derbas dike, dikaribûn werin jiyîn? Bi kurtasî, wekî her zindî û nezindî, rastiyên mucîzewî yên mirov jî hene ku ji hebûna xwe heta girtina çavên xwe ya li dinyayê derbas dike, û bi barkirina wateyê gihandina vê diyardeyê ya ber bi heqîqetê ve, di cewherê rastiyê de ye.

Hebûna diyardeya Kurd jî perçeyek ji van mucîzeyan e û heqîqeteke ku nayê înkarkirin e. Şaristaniyek ku beriya bi mîlyonan salan ji qeraxên Xeta Rîftê ya Afrîkaya Rojhilat bi jiyanê ve girtiye û di hafizeya civaka ku jê re Mezopotamya tê gotin de hatiye kolandin û bi pêşengiya Çanda Xwedawendan derbasî jiyana niştecih bûye... Rastiyek e ku ji roja avabûna xwe heta Sedsala 21’emîn bi çanda STAR’ê hebûna xwe parastiye, rêxistinkirinê wekî esas girtiye, civakîbûnê pêş xistiye, parve kiriye, mezin kiriye û eksena jin-dayikê wekî esas girtiye. Û li hemberî van, rastiyeke ku li dijî Dehaqên zalim şer kiriye û wekî Sîmurê ku berxwedanê dike esas, her tim xwe ava kiriye. Em jin jî ji ber diyardeya hebûna xwe, jiyana biwate ji bo xwe dikin esas û tevî hemû êş, dek û dolab û berxwedanên jiyanê, bi barkirina wateyê em gihîştine roja îro.

Wekî tê zanîn, dîrok îro tê jiyîn û xwe dubare dike. Bêyî hişmendiya diyardeya wateyê ya ku em behsa wê dikin, ne gengaz e ku em dîrokê di hişê xwe de bijîn û bidin jiyîn. Em zindiyên ku dijîn, didin jiyîn û nemir dikin in; bi hebûna mirov re jiyan wateyê qezenc dike. Di nav hebûn û diyardeya Kurd de ya ku em behs dikin û hewl didin wateyê bidinê, bi hezaran leheng, pêşeng û şehîdên me yên ku malê dîrokê bûne jiyane. Jixwe di lêkolîn û qeydan de navê Kurd; di hişê dîrokê de bi serhildan, berxwedan, qirkirin û lehengiyan tê naskirin.

Yek ji hebûn û diyardeyên Kurd ên ku em bi bîr tînin jî Zîlan e. Zîlan; çanda jina berxwedêr di cewherê xwe de hildigire û wekî sembola "bûyîna xwe", "bûyîna bersiv", "bûyîna xwedî" ligel çalakiya xwe wateyek barê dîrokê kiriye. Bûyîna şopdarê STAR’an, Besê’yan û Zarîfeyan ji bo xwe kiriye esas. Dema em dibêjin hebûna Kurd, tiştên pêşîn ên ku tên bîra mirov civakîbûn û xwezayîbûn e. Ked û dilsoziya ku bi pêşengiya jina Kurd pêş ketiye, bi hezaran salan e di kesayetiya Zîlan’an de li erdnîgariya Mezopotamyayê xwe didomîne. Bandorên neyînî yên pergala kujer û kastîk ku bûye wesîleya derketina şaristaniyê jî, bi hezaran salan e di hafizeya civakê de hatine kolandin. Li gel kolekirina Xwedawenda Dayik bi destê dîktaya xwedê-qral, desteserkirina destkeftiyên civakî û pêşkêşkirina wan ji hişmendiya nêr re; hişmendiya fêlbaz heta sedsala me ya îro jî wekî jehra yekemîn û herî bi bandor a xwezaya civakî û jinê berdewam dike.

Jina dayik a ku li hemberî pergala baviksalar xwe li ber sînorê tunebûnê dîtiye, di sedsala 20’emîn de jî teslîm nebûye; bi tililiyan xwe ji zinaran avêtiye, di zindanan de serî netewandiye û bi seknê xwe yê esîl bersiv daye kujerê kastîk û pêşengî kiriye. Bi terkkirina hawîrdora dewleta minyatûr, li çiyan, li eniyan û li çeperan ji gelê xwe re bûye mertal; cih hatiye bi hiş, laş û vîna xwe karibûye li hemberî dijmin bisekine. Ji bo gihîştina vê rûmetê, bê guman gihîştina îdeolojiyekê, yanî gihîştina hêza têgeh û diyardeyan pêdîviyek e. Şehîd Zîlan jî wekî kesayetekê ku bi ontolojiya civakî û hişmendiya dîrokî hatiye xemilandin, karibûye bibe bersiva li dijî zilm, zordarî û kujerê kastîk.

Heger em dakevin dîroka wê, ji salên 1970’yî heta îro binavkirina wê wekî ‘Serdema Zîlan’an’ dê rast be. Ji ber ku ev diyarde nabe ku were asayîkirin û nabe ku di qalibekî din de were pênasekirin. Nivîsên dîrokê bi mîtolojî, çîrok û romanan di hafizeya civakê de têne kolandin. Jiyana rastîn, lehengî û berxwedanên hatine jiyîn bi hejmareke kêm in. Zextek domdar, xapandinek û astengiyek li hemberî nirxên komunal a civakî heye. Di bin van mercan de, pêvajoya ku em jê re dibêjin Serdema Zîlan; serdema pêşengekî ye ku Pêşengê Gelên Sosyalîst Rêber Apo armanc kiriye ku civakê ji qirkirinê rizgar bike û bi hişmendiya xwe ya cewherî bide jiyîn. Çalakiya Zîlan armanc kiriye ku bi fêmkirina Rêber Apo yê ku temenê xwe feda kiriye ji bo ronîkirina heqîqeta civakê, bi barkirina wateyê li armanca wî, pergala heyî di nava alavan de bişewitîne û jinê tacîdar bike. Çalakiya mijara gotinê ye ji şewitandina bedenê wêdetir e; şêwazekî derketinê ye ku bi kesayet, çand, hişmendî û analîza sosyolojîk a bi hezaran salan a ku di bedenê de şênber bûye, hêzên hegemon têk dibe.

Di vê çarçoveyê de, ji bo mirov bibe çalakvanê serdemekê, berî her tiştî divê mirov ji dil û can, bi mîlyaran şaneyên di bedenê de û bi wêrekiyeke bê guman bi rastiya pîroziyê ya mîna Rêbertiyê ve were girêdan û bigihîje mebdiya (destpêka) rêgezan. Kesayetiya Zîlan a ku şopdara Xwedawendan e, karibûye wateyê bide rol û mîsyona ku dîrokê li wê bar kiriye û bûye hêviya serdemên paşerojê. Û ligel vê çalakiyê; gihîştiye rûmeta lêdana derbeyeke giran li dijberên azadî û wekheviyê, li nêçîrvanên ku li hemberî pergala dayikî serî hildane. Rûmet bêyî cudahiya zayenda jin û mêr, mekanekî pîroz e û gihîştina vê mekanî ne karê her mirovî ye. Di sedsala 20’emîn de bi vejîna Kurd re di çarçoveya serhildanên civakî de Zîlan û bi hezaran lehengên civakî yên ku bûne Zîlan hene. Berxwedan û çalakiyên ku bi pêşengiya îdeolojiya Rêber Apo pêş ketiye, xwe didomîne. Bi bîranîna şopdarên Xwedawend Zîlan; Sema Yüce, Viyan Soran, Sara Tolhildan, Rûken Zelal, Rojhat Zilan, Erdal Şahin, Zinar, Doğa Viyan, Rojger Helin, Asya Ali, Ziyad Haleb, Deniz, Stêrk û sedan gerîlayên din û barkirina wateyê li wan, nîşaneya hişmendiya me ye. Domandina rastiya Zîlan a ku Serdema Xwedawendan diyarî me kiriye û xwedîderketina li mîrata wê, gihîştina rojên azad û aştiyane ye.

Wekî ku Rêber APO jî binav kiriye: “Zîlan, xwedawendeke ku divê li ber wê serî were tewandin. Di dîrokê de hûn dizanin qiblegeh hene, perestgehên pîroz hene. Di hundirê wan de xwedawend an jî xwedayên pîroz hene. Û şopdarên wan, endamên wan di rojên guncaw de diçin û xwe li wan perestgehan digirin. Secde dikin û dibêjin 'me efû bike', lava dikin. Ev heval hevalên wisa ne. Mîna ku hûn diçin perestgehekê, hûn ê li ber wan serê xwe bitewînin. Hûn ê secde bikin. Êdî divê dîn û îmaneke we ya wisa hebe. Bi rastî ev mezinên ku heq kirine ne û nirxên me yên perestgehî yên di asta pîroziyê de ne ku pir hewcedariya me bi wan heye. Çima em ji mezinahiya vê bawer nekin û îman neynin û dîsa ji bo pêwîstiyên wê secde nekin, di bin fermandariya wê de nemeşin? Hûn dizanin di dîrokê de piştî ku secdeya nirxên wisa bi bawerî û îmanê pêk tê, bi leşkerên di bin fermana wan de êrîşeke mezin dest pê dike. Di agirê Zîlan de her tişt tê afirandin. Mînak di hestan de ew agir her tiştî, hemû qirêjiyan paqij dike. Kesayeta jinê, kesayeta xwedawendiyê pir bi bandor e. Ji ber ku di wî agirî de hemû qirêjî û hemû lawazî hatine şewitandin.”

Belê, ji bo fêmkirina pênaseyên ku Rêber Apo ji bo Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) gotine, hişmendî pêdivî ye. Ji bo gihîştina vê hişmendiyê jî, berî her tiştî divê mirov Rêber APO fêm bike. Zîlan jineke Kurd a esîl e ku karibûye sirrê azadiyê çareser bike û navê xwe li perestgehên xwedawendan ên dîrokê bineqşîne. Bi hişmendî, barkirina wateyê, wêrekî û bedewiya xwe di dilan de text ava kiriye. Bi raman û vîna xwe ya azad, bi wesîleya 30’emîn salvegera çalakiya fedaî ya li dijî hêzên emperyalîst a li navenda Dêrsîmê ku di sala 1996’an de li hemberî hewldana komploya li ser hemû gelên bindest di şexsê Rêber Apo de hatibû kirin; em Şehîd Zîlan û bi hezaran lehengên Kurdistanê û yên enternasyonalîst ên ku bûne Zîlan bi bîr tînin û careke din diyar dikin ku em deyndarê Zîlan’an in.